Li Londonê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn

Li Londonê Şehîdên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tirmehê û ji pêşengên gelê Kurd Dr. Huseyîn Akdag, Ferhad Şiblî û Salih Cizîr hatin bîranîn.

Bi pêşengiya Komîsyona Malbatên Şehîdan a Meclîsa Gelê Kurd a Londonê ji bo Şehîdên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tirmehê li avahiya KCC’ê merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Her wiha di merasîmê de gerîlayê PKK’ê Huseyîn Akdag ê ku di 5’ê Hezîrana 2021’an de şehîd bibû, Cigirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî ku di 18’ê Hezîranê de li Silêmaniyê di encama êrîşa dewleta Tirk de şehîd bibû û Salih Cizîrî (Hasan Adir) ê ku di 5’ê Hezîrana 2021’an de di encama êrîşa hewayî ya li Mexmûrê de şehîd bibû, hat bîranîn.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna demokrasî û şoreşê de şehîd bûne destpê kir. 

Li salona bîranînê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin û masaya ku wêneyên şehîdan lê bûn bi mûm û kulîlkan hate xemilandin.

Di bîranînê de sînevîzyona di derbarê 14’ê Tirmehê û li ser Huseyîn Akdag û Salih Cizîrî hat temaşekirin. Di dema sînevîzyonê de girseya gel li ser lingan bi yek dengî dirûşme “Şehîd Namirin” qîriyan.

Piştre Endama Komîsyona Malbatên Şehîdan û yek jî şahîdên pêvajoya 14’ê Tirmehê Alî Poyraz axivî. Allî Poyraz diyar kir ku Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz, di pêvajoyeke ku faşîzim û paşverûtiya TC gihiştibû lûtkeyê, berxwedana mezin û dîrokî dane destpê kirin û got: “Ev berxwedana bû navê vejîna gelê ku dijminê faşîst dixwest wan tune bike û bû berxwedan û sekna şoreşger ya PKK’ê. Berxwederên 14’ê Tirmehê bûn pêşengên nemir ên tevgera azadiyê ku bi berxwedana li dijî îxanetê gihiştiye bi mîlyonan kesan. Hevreyên me Dr. Huseyîn, Ferhad Şiblî û Hasan Adir weke şopdarên 14’ê Tirmehê bûne milîtanên azadî û fermandarên têkoşîna azadiyê. Em cardin berxwederên 14’ê Tirmehê bi rêz û minetariyek mezin bibîr tînin“

Piştî axaftinan bîranîn bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.