Li Londonê li dijî qedexeyê îmze hatin berhevkirin
Jinên endamên JXK’ê, ji bo kampanyaya îmzeyan a bi armanca derxistina PKK’ê ji nav lîsteya rêxistinên qedexekirî hatiye destpêkirin, li Londonê îmze berhev kirin.
Jinên endamên JXK’ê, ji bo kampanyaya îmzeyan a bi armanca derxistina PKK’ê ji nav lîsteya rêxistinên qedexekirî hatiye destpêkirin, li Londonê îmze berhev kirin.
Jinên ciwan ên aktîvîst ên Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK), ragihand ku wan dest bi bernameyekê kiriye ku ew ê biçin serdana her zanîngeha li Londonê da ku tevgera rizgariyê ya jinan û bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidin naskirin û li cîhanê belav bikin.
Ciwanên Kurd ên ji aliyê şêniyên Londonê ve bi xweşî hatin pêşwazîkirin, bi standa ku li hewşa zanîngehê danîn, bi dehan îmze berhev kirin û gotin ku qedexeya li ser PKK’ê polîtîk e; divê mirov li hember hestiyar be.
Komîteyê, bang li komîteyên JXK’ê yên li seranserê cîhanê kir ku ji bo berhevkirina îmzeyan li kampusên zanîngehan û li ser rêyên çûnehata wan zêde, zend û bendan badin û wiha got: “Divê em li her dera lê ne, xwe çalak bikin. Divê em pêşerojeke azad û demokratîk a ji bo xwe bi destê xwe ava bikin. Îsal wê bibe sala biserketinê, lê ji bo tevlêbûna şoreşê û pêkanînê divê her Kurd û hevrê, bi çalakiya xwe bi hev re bin.“
Jinên ciwan da zanîn ku ew ê li dijî polîtîkayên tên pêkanîn, sibehê roj bêhtir xwe çalak bikin û kampanyaya îmzeyan mezin bikin û armanca xwe bibin serî û îşaret bi wê yekê kirin ku helwesta Yekîtiya Ewropayê ya li dijî PKK’ê, bi rastî helwesteke li dijî gelê Kurd e.