Li bajarê Livorno yê Îtalyayê, bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan konferansek hate lidarxistin.
Di konferansê de ku zilm û zordariya li gelê Kurd hate nîqaşkirin, Şaredarê Livorno Luca Salvetti û Barbara Bonciani, bi rêya vîdeo konferansê jî parlamenter Niccolo Rinaldi, profesorê Zanîngeha Pisa Giorgio Gallo, Antropolog û Gazeteci Tiziana Ciavardini, nûnerên Îtalya Amnesty International, Mezzaluna Rossa Kurdistan Italia (Heyva Sor a Kurdistan), Comitato NazionaleUn Ponte Per, Presidente Associazione Donne, xwendekarên Îranî û endamên meclîsa Livorno amade bûn.
Di konferansê de hate ragihandin ku dewleta Tirk bi taybetî jî Erdogan êşkence û êrîşan li gelê Kurd dikin û hate bibîrxistin ku teqîna li Stenbolê kirin hincet û li dijî Rojava dest bi şer kirin.
Qisekeran bal kişandin ser bombardûmana dewleta Tirk a li ser Rojava û bi bîr xistin ku ji ber van êrîşan bi sedan mirovî jiyana xwe ji dest dane ku zarok jî di nav de hene.
Hate ragihandin ku di serî de nexweşxane û navendên av û elektrîkê gelek qadên ji pêwîstiyên esasî hatine bombekirin.
Di konferansê de beşdaran diyar kirin ku dewleta Tirk bi bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîla, sûcê li dijî mirovahiyê dike.
Di heman demê de serhildana li Îranê ya piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kir, hate nirxandin.
Di konferansê de li dijî zilma dewleta Tirk û dewleta Îranê bang li hiqûqa navneteweyî hate kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.