BI DÎMEN

Li Liverpoolê bi hezaran kes ji bo Newrozê kom bûn

Bi hezaran kes tevlî Newroza îsal a li bajarê Liverpool a Brîtanyayê hat lidar xistin bûn û peyamên xurt dan.

Pîrozbahiya ku bi dirûşmeya “Yekîtî û azadî” li Grand Central Hallê pêk hat, bi hezaran Kurdistanî anî cem hev.

Ciwanan bi cilên gerîla beşdar bûn û jinan jî cilên gelêrî li xwe kirin. Salon bi posterên Rêber Apo, Mazlûm Dogan û şehîdên têkoşîna azadiyê hate xemilandin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Meclîsa Gel a Liverpoolê Mûsa Efrîn axivî û diyar kir ku Newroz sembola berxwedan, yekîtî û azadiyê ye û banga yekîtîyê kir.

Di axaftinan de Mazlûm Dogan û şehîdên şoreşger hatin bîranîn û behsa bingehên dîrokî yên têkoşînê hatin kirin.

Her wiha hat gotin ku paradîgmaya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî pêşxistin çavkaniya çareseriyan e û hat destnîşan kirin ku divê sala 2026’an bibe "sala azadiyê".

Nûnerê PJAK’ê Rizgar Rojhilatî, behsa pêşketinên li Rojhilatê Kurdistanê kir û got ku Newroz platformek girîng ji bo têkoşîn û rêxistinê ye.

Zanyarê olî Şêx Mûrşîdê Xeznewî, jî diyar kir ku Newroz sembola berxwedana hevpar û nirxên baweriyê ye û banga yekîtiyê kir.

Bername bi performansên hunermendan berdewam kir. Girse bi stranên Dilo Koma Adar, Dilo Doxan, Kewê û Berhem Şamamî bi coş bû.