Li Linzê ‘Qehremanên Hebûn û Rûmetê’ hatin bibîranîn
Li bajarê Linz ê Awistiralyayê, di şexsê şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de, hemû şehîdên Rojava hatin bibîranîn.
Li bajarê Linz ê Awistiralyayê, di şexsê şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de, hemû şehîdên Rojava hatin bibîranîn.
Li bajarê Linz ê Awistiralyayê, ji bo fedayiyên ku di êrîşên çeteyan ên li ser Rojava de şehîd bûn, çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Beşdarbûn ji çar parçeyên Kurdistanê ji bo çalakiyê bû û bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Axaftvanên di çalakiyê de bi taybet bal kişandin ser berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û destnîşankirin ku berxwedana li van herêman nûnertiya îradeta jiyana wekhev û hevpar a gelan dike.
Di çalakiyê de li ser navê Civaka Azad a Awistiralyayê Jorîn Agirî Kobanê axivî. Kobanê bi bîr xist ku çeteyên HTŞ û DAÎŞ’ê piştî ku Denîz Çiya qetilkirin, ji avahiyeke avêtin û porên şervanên jin birîn û teşhîr kirin û diyar kir ku ev di şexsê jinan de tundiiyeke sîstematîk a li ser civakê ye. Kobanê destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya jinan bi saya felsefeya, “Jin, Jiyan, Azadî” û Şoreşa Rojava, astek navneteweyî bi dest xistiye û ji ber vê yekê tê hedefgirtin. Hate destnîşankirin ku modela ku li Rojava hate avakirin, şoreşek ya jinan e.
Piştî axaftinan, sînevîzyona li ser şehîdên Rojava hate pêşandan û kêliyên hestiyar hate jiyîn. Çalakî bi dirûşmeya, “Şehîd Namirin” bi dawî bû.