Li Lîmasolê piştgiriya ji bo kampanya 'Bila PKK ji lîsteyan bê derxistin'
Meclîsa Gelê Kurd a li Lîmasolê, ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên qedexekirî' ya Ewropayê bê derxistin, ji bo kampanya îmzeyan maseyek danî.
Meclîsa Gelê Kurd a li Lîmasolê, ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên qedexekirî' ya Ewropayê bê derxistin, ji bo kampanya îmzeyan maseyek danî.
Li bajarê Lîmasolê yê Qibrisê, Meclîsa Gelê Kurd ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên qedexekirî' ya Ewropayê standa îmzeyan danî.
Li herêma Marîna ya Lîmasolê rayedarên meclîsê bi gel re civiyan û qala fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna PKK'ê kirin.
Di çarçoveya kampanyayê de gelek îmze hatin komkirin.
Bi navê meclîsê daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku ew dixwazin 60 hezar îmzeyan li Qibrisê kom bikin.