Li Lîmasolê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û gerîlayê HPG’ê yên li Zapê şehîd bûne, bi merasimekê li Lîmasolê hatin bibîranîn.

Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û gerîlayên HPG’ê Didar Harûn (Gulistan Akgol), Ozgur Memyan (Serfiraz Akyuz) û Zemanî Rojhat (Mehmet Yavûzel) ên demên cuda li Zapê şehîd bûne, li Navenda Çanda Kurd a Teofilos ya Qibrisê bi merasimekê hatin bibîranîn. Qada bîranînê bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, KCK, HPG’ê û wêneyên berxwedêrên 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr, Hayri Dûrmûş, Alî Çîçek, Akîf Yilmaz û gerîlayên HPG‘ê Didar Harûn, Ozgur Memyan û Zemanî Rojhat hate xemilandin.

Di bîranînê de ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê, Berdevka Komîteya Malbatên Şehîdan a Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê axaftina vekirinê kir.

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser Berxwedana Serdemê ya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û axaftina Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik hate pêşandan.

Di bîranînê de stranên li ser berxwedana Girtîgeha Amedê hatin gotin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.