BI DÎMEN

Li Lîmasolê Şehîdên Meha Tîrmehê hatin bîranîn

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê ji bo bîranîna Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’yan û Alî Haydar Kaydar Kaytan ê 3’yê Tîrmeha 2018’an şehîd bû, merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Merasîm li Navenda Çanda Kurd a Thefilos hate lidarxistin, ji bo şehîdên 14’ê Tîrmehê û hemû şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.

Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat di bîranînê de axivî û bal kişand ser girîngiya dîrokî ya berxwedana 14’ê Tîrmehê. Piştî axaftinê sînevîzyona li ser berxwedana rojiya mirinê, hate temaşekirin.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.