BI DÎMEN

Li Leuvenê pîrozbahiya salvegera damezrandina PKK’ê

Bi hezaran kesên ku li Leuvenê li hev civiyan, bi şahiyekî salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin.

Li bajarê Leuven ê Belçîkayê salvegera 46’emîn a PKK’ê bi beşdariya hezaran kesî bi coş hate pîrozkirin. Şahî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di şahiyê de hunermend Sîmar, Berbang, Seîd Serhed, Sultan Botan û Koma Tovjîn derket ser dîkê û govend hat gerandin.