BI DÎMEN

Li Leipzigê meşa girseyî ya ji bo piştgiriya bi Rojava

Li Leipzigê bi sedan kes ji bo piştgiriya bi Rojava meşiyan.

Li bajarê Leipzig ê Elmanyayê, ji bo şermezarkirina êrişên komên ser bi hikumeta demkî ya Şamê û xwedîderketina li Rojava meşek hate lidarxistin.

Meşê li Leipzig Rabetê destpê kir û li gel bi sedan Kurdistaniyan gelek enternasyonalîst jî tevlî bûn.

Girseya gel bi dirûşmên dilsoziya bi Rojava re li navenda bajêr meşiya.

Di çalakiyê de Heyva Sor a Kurdistanê jî ji bo piştgiriya bi Rojava re bang kir.