Li Lanesterê Mala Çandê ya Kurdan hat vekirin

Kurdistaniyên li komuna Lorîentê û derdora wê hatin ba hev û bi hev re Mala Çandê ya Kurd a Lanesterê ava kir.

Li komuna Lanestera Morbîhana ya girêdayê herêma Brîtanny ya Fransayê, bi navê Mala Çandê ya Kurd, komeleyek hat avakirin. Kurdistaniyên li Lorîentê û derdora wê tev li vekirinê bûn.

Vekirina Mala Çandê bi dirûşm û tilîliyan hat kirin. Siyasetmedar Serhat Agirî axavtinek li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Kurdistanê kir.

Piştre xwarinên jinên Kurdistanî li malê çêkiribûn, dan beşdaran.