Li bajarê Lahr ê Elmanyayê bi beşdariya zanyarê dînî Şêx Murşîd Xeznewî civîneke gel hate lidarxistin. Bi sedan kesên ji Freiburg, Lahr û bajarên derdorê beşdarî civînê bûn.
Bername bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê dest pê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê Komeleya Freiburgê Salih Goyî ve hat kirin, Hevseroka Komeleya Lahrê Vedîba Eker jî bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bal kişand ser têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd.
Şêx Murşîd Xeznewî di axaftina xwe de diyar kir ku Kurd bi salan bi polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û zextê re rû bi rû mane, lê tevî vê yekê wan karî ziman, çand û nasnameya xwe biparêzin. Xeznewî destnîşan kir ku bi taybetî li Bakur, Rojhilat û Rojava Kurd di mijara ziman de bi zehmetiyên giran re rû bi rû ne, lê li Başûr ev azadî hinekî bi rehettir tê jiyîn.
Xeznewî bal kişand ser wê yekê ku divê cudahiyên mezheb û zaravayan ên civaka Kurd wekî dewlemendiyeke civakî bê dîtin û diyar kir ku sînorên ku di dirêjahiya dîrokê de hatine xêzkirin û polîtîkayên hatine ferzkirin, hewl dane gel ji hev parçe bikin.
Xeznewî sê bangên bingehîn li gelê Kurd kir: Cudahiyên mezheb û zaravayan nekin sedema perçebûnê, ziman, çand û kevneşopiyên Kurdî hînî zarokên xwe bikin, û zimanê wan welatên ku lê dijîn hîn bibin da ku di qadên siyasî û civakî de bibin xwedî gotin.
Xeznewî behsa têkoşîna li Rojava jî kir û got ku berxwedana li herêmê ji bo gelê Kurd destkeftiyên girîng peyda kiriye û hêza herî mezin a vê têkoşînê hêvî û piştgirî ye.
Civîn piştî bersivandina pirsên beşdaran bi dawî bû.