Li Krefeldê li dijî qedexeyê standa îmzeyan hat danîn

Di standa li dijî qedexeya PKK’ê ku li Krefeldê hatî danîn de li ber mûzîkê îmze hatin komkirin.

Li bajarê Krefeld ê Elmanyayê, di çarçoveya kampanyaya ku ji aliyê endamên Însiyatîfa Jinê ya Şehîd Ekîn Van, Komuna Civaka Demokratîk û Dîe Lînke ve di çarçoveya têkoşîna li dijî qedexeya PKK’ê de pêk hat, standa îmzeyan hat danîn.

Di standa ku saet di navbera 14:00-18:00’an de berdewam kir, li ber muzîka Kurdî bi dehan îmze hatin berhevkirin û broşur hatin belavkirin.