Li Kopenhagenê li nêzî Sefaretxaneya Bilind a Îsraîlê 2 teqîn

Polîsên Danîmarkayê ragihandin ku li nêzî Sefaretxaneya Bilind a Îsraîlê ya li banliyoyên bakur ên Kopenhagenê 2 teqînan rû dan.

Polîsên Kopenhagenê li ser tora medya dîjîtal X'ê daxuyaniyek da û ragihand ku li nêzî sefaretxaneyê 2 teqînan rû dan.

Polîsan gotin, "Tiştek bi kesî nehat. Em lêkolîna pêşî li cihê bûyerê dikin."

Polîsên Kopenhagenê ragihandin ku ew pêwendiyeke gengaz a bi Sefaretxaneya Bilind a Îsraîlê re lêkolîn dikin.