Li Kopenhagê civîna gel a bi rojeva ‘pêvajo’ û ‘Rojava’

Li Kopenhagê ya paytexta Danîmarkayê, li Navenda Civaka Demokratîk (NCD ) bi beşdariyeke zêde civîneke gel hat darxistin.

Cîgirê Hevserokên Giştî yên Partiya DEMê û Parlamenterê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryaki beşdarî civînê bû û nirxandin kirin.

Di civînê de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku li Tirkiyeyê hatibû destpêkirin hat nirxandin. Tiryaki diyar kir ku pêvajo li ser bangeke siyasî dest pê kiriye û tevgera siyasî ya Kurd piştgirî dide vê pêvajoyê.

Tiryaki bal kişand ser komîsyona ku di Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê de hatî avakirin û diyar kir ku ew li dijî hin têgeh û sererastkirinên di rapora amadekirî de ne; bi taybetî destnîşan kir ku pênaseya “terorê” û sererastkirinên der barê zimanê Kurdî de daxwazan bi cih nayînin. Ji ber vê yekê wî ragihand ku wan şerh daniye ser raporê.

Di axaftinê de geşedanên li Rojava jî hatin rojevê. Tiryaki diyar kir ku piştî hevdîtinên navneteweyî yên li Parîsê, êrîşên li ser Bakurê Sûriyeyê zêde bûne û got ku di pêvajoya êrîşan de li dijî Kurdan şerekî psîkolojîk ê dijwar tê meşandin. Wî da zanîn ku piştî peymana 30ê Rêbendana 2026an ji hin herêman vekişîn çêbûne, lê saziyên Kurd û avaniyên li Rojava hebûna xwe didomînin.

Tiryaki diyar kir ku Partiya DEMê hem li dijî destwerdanên leşkerî yên li herêmê û hem jî li dijî polîtîkayên rejîma Îranê xwedî helwest e û destnîşan kir ku divê Kurd li welatên ku lê ne, di qada siyasî û dîplomatîk de roleke çalaktir bilîzin. Wî bal kişand ser girîngiya xebatên rêxistinkirî yên Kurdên li Ewropayê.

Di beşa pirs û bersivan a civînê de, der barê dema êrîşên Rojava de jî nirxandin hatin kirin. Beşdaran jî rexne li Tirkiyeyê girtin ku der barê pêvajoyê de gavên şênber neavêtine.