BI DÎMEN

Li Kolnê standa piştgiriyê ya bi Rojava re hate vekirin

Li Elmanyayê di çarçoveya çalakiyên ji bo piştgiriya berxwedana Rojava û daxwaza statûya siyasî de, li Meydana Neumarkt a Kolnê standeke agahdarkirinê hate vekirin.

Di çarçoveya çalakiyên ku li seranserê Elmanyayê ji bo piştgiriya berxwedana Rojava û daxwaza statûyê tên li dar xistin de, li Meydana Neumarkt a bajarê Kolnê standeke agahdarkirinê hate vekirin. Hat ragihandin ku stand ji aliyê Meclîsa Gel a Kurd a Kolnê û Meclîsa Jinê ya Viyan ve hatî organîzekirin û dê her roj di navbera saet 16:00 û 20:00an de bi çalakiyên cihêreng û serdanên piştevaniyê berdewam bike.

Di standa ku alên YPG û YPJ’ê lê hatine daliqandin de, bi taybetî wêne û dorgirtina li ser Kobanê û şert û mercên jiyanê hatin nîşandan. Belavokên bi zimanê almanî ku li ser zoriyên jiyana li Rojava û Kobanê, kêmbûna dermanan, krîza xwarinê û gefa qirkirinê hatibûn amadekirin, hatin xwendin û li gel hatin belavkirin.

Di agahdarkirinan de bal hate kişandin ser encamên mirovî yên dorpêça giran a li ser Kobanê û daxwazên wekî nasîna statûya siyasî ya herêmê û vekirina korîdorên alîkariya mirovî hatin dubarekirin.