Li Kîelê kampanyaya îmzeyan berdewam dike
Li Kîelê ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê“ standa îmzeyan hate danîn û gelek îmze hatin berhevkirin.
Li Kîelê ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê“ standa îmzeyan hate danîn û gelek îmze hatin berhevkirin.
Li bajarê Kîelê yê Elmanyayê, kampanya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê“ berdewam dike. Standa îmzeyan li îstgeha navendî ya trenan a Kîelê hat danîn. Kurdistanî û dostên wan ên Elman eleqeyek mezin nîşanî standê dan.
Stand ji saet 13.00’î heta bi 17.00’an dewam kir.