Li Katalonyayê panêla 'têkoşîna jinên Kurd'

Bi çarçoweya çalakiyên 8'ê Adarê li Katolonyayê panêlek bi mijara 'têkoşîna jinên Kurd' hate pêk hat.

Bi çarçoweya çalakiyên 8'ê Adarê Meclîsa  li Zanîngeha Otonom ya Barcelonayê  xwendekarên siyaset û sosyolojiyê, komîsyona femînîst û komîteya jineolojiyê li Katalonyayê bi mijara têkoşîna jinên Kurd panêlek organîze kirin.

Di panêlê de dîroka têkoşîna jinên Kurd bi berfirehî hate vekirin, ji berxwedana zindana heta bi pêşengtiya jinê qonax bi qonax hate vegotin.

Rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nirxandin, tekilî mijara rewşa Kurdistanê gotûbêj hatin kirin.

Bi qasî 50 xwendekarî tevlî panêlê bûn.