Li Katalonyayê ji bo Sara, Rojbîn û Ronahî wê çalakî werin kirin

Li Katalonyayê ji bo her sê jinên şoreşger Sara, Rojbîn û Ronahî yên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin wê çalakî werin kirin.

Di salvegera 10’emîn a şehadeta her sê jinên şoreşger Sara (Sakîne Cansiz), Rojbîn (Fîdan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylemez) yên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, bi pêşengitya Komîteya Amadekar a Jinên Enternasyonalîst pêngavek hate destpêkirin.

Di meha Kanûnê de wê li gund û bajarên cuda yên herêma Katalonya ya Spanyayê wê panelên cuda werin lidarxistin, belgefîlma li ser Sakîne Cansiz (Sara) were temaşekirin û wê pirtûka wê were xwendin.

Bi van çalakiyan re tê xwestin ku têkoşeriya her sê jinên şoreşger bi gelên Katalonyayê re danasîn. 

Her wiha wê di 7’ê Çileyê de li Barcelonayê de meşek were lidarxistin.