Li Katalonyayê barana zêde: 2 kes winda bûn
Li herêma xweser a Katalonyayê ya li bakurrojhilatê Spanyayê êvara Şemiyê ji ber barana zêde lehîr rabû.
Li herêma xweser a Katalonyayê ya li bakurrojhilatê Spanyayê êvara Şemiyê ji ber barana zêde lehîr rabû.
Li bajarokê Cubellesê 2 kes ji ber rabûna Çemê Foixê winda bûn. Tîmên arkujiyê li qiraxa çem karê lêgerînê dikin.
Ji ber barana zêde li Barcelonayê elektrîka nexweşxaneyekê qut bû û nekarî nexweşên nû qebûl bike. Li Balafirgeha Barcelonayê, balafireke ku diçû DYE'yê ji ber zîpikê zerar li bêvila wê bû û neçar ma vegere.
Şîrketa rêyên hesinî Renfe seferên trena zû û seferên trenê yên banliyoyê ji bo çend saetan rawestand.
Rayedaran ji bo herêmê alarma sor dan û bi rêya telefonê peyamên hişyarkirinê ji gel re şandin. Vê alarmê saet di 17:00 de destpê kir û saet di 19:00 de hate rakirin.