Li Karlsruhe êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin
Li Karlsruhe ji bo protestokirina êrîş û dorpêça li ser Rojava bi beşdariya bi hezaran kesan meş û mîtîng hat lidarxistin.
Li Karlsruhe ji bo protestokirina êrîş û dorpêça li ser Rojava bi beşdariya bi hezaran kesan meş û mîtîng hat lidarxistin.
Li bajarê Karlsruhe yê Elmanyayê ji bo protestokirina êrîş û dorpêça li ser Rojava meşeke girseyî hat lidarxistin. Meşa ku ji aliyê Federasyona Gelên Kurd ên Baden-Württemberg û Bayernê (FED-GEL) ve hat organîzekirin, ji hêla Die Linke (Partiya Çep), Yekîtiya Jinên Kurd ên Elmanya (YJK-E), Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-I), gelek komên enternasyonalîst û rêxistinên dost ve hat piştgirîkirin. Bi hezaran kes beşdarî meşê bûn.
Meşa ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê li Marktplatzê dest pê kir. Di meşê de pankart û dovîzên ku balê dikişînin ser êrîşên li ser Rojava hatin hilgirtin. Meşa li kolanên qerebalix ên bajêr berdewam kir, dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Şehîd namirin", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Yekîtiya gelê Kurd" hatin berzkirin.
Piştî ku girse dîsa vegeriya Marktplatzê, li wir mitîng hat lidarxistin. Nûnerên saziyan di mîtîngê de axaftin kirin û bal kişandin ser êrîş û dorpêça li ser Rojava.
Di axaftinan de bi hezaran şehîdên ku gelê Rojava di têkoşîna xwe ya li dijî DAÎŞ'ê de daye hatin bibîranîn û gotin, "Gelê Rojava, seranserê cîhanê ji belaya DAÎŞ'ê parast, bi modela xwe ya xwerêveberiyê jiyana wekhev a gel û baweriyan gengaz kir. Bi têkoşîna azadiya jinan modelek civakî ya mînak hatiye avakirin."
Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku hêzên cîhanî, bi piştgiriya çeteyên HTŞ'ê ku rûyê din ê DAÎŞ'ê têne binavkirin, rê li ber êrîşên li ser Rojava vekirin û hat diyarkirin ku ev êrîş bi armanca qirkerinê hatin kirin. Hatbibîrxistin ku êrîş bi saya berxwedana gelê Rojava û têkoşîna gelê Kurd û dostên wan ên li çaraliyê cîhanê hatine rawestandin, lê xeterî hîn jî berdewam dike.
Axaftvanan bal kişandin ser polîtîkayên zextê yên Elmanyayê yên li dijî Kurdan û xwestin ku tavilê dawî li van pêkanînan were anîn.