Li Kanadayê Newroz hate pîrozkirin
Li Kanadayê îsal di Newrozê de peyama “Em Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin, bi ruhê Newrozê yekîtiya gelê Kurd çêbikin” hate dayîn.
Li Kanadayê îsal di Newrozê de peyama “Em Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin, bi ruhê Newrozê yekîtiya gelê Kurd çêbikin” hate dayîn.
Li Kanadayê îsal şahiyên “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” bi tevlîbûnên herî girseyî yên dîrokê hatin lidarxistin. Di serî de Toronto bi hezaran Kurdistaniyên ji Vancouver, Montreal û bajarên derdor hatine, li qadên Newrozê banga azadî, yekîtî û çareseriya demokratîk kirin.
Newroza li Torontoyê, weke şahiya Newrozê ya herî mezin a li Kanadayê bû. Ciwanan bi cil û bergên gerîla li cadeyên Torontoyê konvoy çêkirin û ketin qada Newrozê. Jinan bi cil û bergên neteweyî reng dan qadê. Dost jî tevlî şahiyê bûn. Li qada Newrozê wêneyên Rêber Apo, Mazlum Dogan, Sema Yuce, Rehşan Demîrel û şehîdên Newrozê hatin daliqandin.
Şahî ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre sirûda Ey Reqîb û ya Kanadayê hate xwendin. Hunermend Denîz Deman, Hocan Canê, Mervan Tan, Evîn Şah û Osman Mirwais derketin ser dikê.
Di şahiyê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Yek e, yek e, Kurdistan yek e”, “Jin jiyan azadî”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî YPG” û “Bijî gerîla” hatin berzkirin.
Peyama Rêber Apo ya ji Îmraliyê hatî şandin, hate xwendin. Gel bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” peyama pêşwazî kir.
Hevserokên Navenda Civaka Kurd a Kanadayê axivîn û gotin, Newroz sembola berxwedan, azadî û yekîtiyê ye.
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal bi dîmen tevlî şahiyê bû û Newroza hemû gelê Kurd pîroz kir.
Ji Parlamentoya Kanadayê gelek parlamenter û nûnerên partiyan tevlî Newrozê bûn û gelê Kurd silav kirin.
Di şahiyê de govend hate gerandin û heya derengî şev dewam kir.