BI DÎMEN

Li Kanadayê çalakiya ji bo zimanê dayikê

Li bajarê Toronto yê Kanadayê di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de çalakiyek hate lidarxistin û banga parastina Kurdî hate kirin.

Di çalakiyê de ku Kurdistaniyên çar parçeyên Kurdistanê amade bûn û peyamên ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî hate dayin.

Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Bi navê NCDK'ê hunermendê Kurd Mervan Tan axivî û anî ziman ku bi hezaran ziman bi tinebûnê re rû bi rû ne.

Mervan Tan got, "Eger em Kurdî di jiyana xwe ya rojane de bi kar nînin wê zimanê me di bin gefê de be. Eger em bi zarokên xwe, malbata xwe, di nava civakê de bi zimanê xwe yê dayikê neaxivin em ê nikaribin zimanê xwe bigihînin nifşên nû. Rêya parastina ziman axaftine."

Di bernameya çalakiyê de helbest, çîrok û stranên Kurdî jî hebûn.

Çalakî bi hunera Mervan Tan bi gerandina govendê û dirûşman bi dawî bû.