Li Hollandayê navendîparêz Rob Jetten dibe serokwezîr

Hikumeta nû ya Hollandayê ya bi lîderiya Rob Jetten roja Duşemê sond dixwe û dest bi wezîfeyê dike. Jetten ê 38 salî wê bibe serokwezîrê herî ciwan ê welêt û hevzayend ê Hollandayê.

Lîderê Democraten 66 (D66) ê li ser xeta navendî Jetten di hilbijartinên pêşwext ên meha Cotmehê de bi rengekî surprîz bi ser ketibû û partiya Partij voor de Vrijheid (PVV) a rastgirê tund Geert Wilders li pey xwe hiştibû. Hilbijartinên pêşwext piştî ku PVV xwe ji koalîsyonê vekişand û hikumet ket, pêk hat.

Piştî danûstandinên ji 117 rojan D66 bi Christen-Democratisch Appel (CDA) a rastgira navendî û Volkspartij voor Vrijheid en Democratie (VVD) a lîberal rastgir re koalîsyon ava kir. Hikumeta ji 66 kursiyan a li parlamenta ji 150 kursiyan, pêwîstiya xwe bi partiyên din jî heye.

Jetten û desteya wezîran wê li Qesra Huis ten Bosch a li Laheyê li pêşberî Willem-Alexander sondê bixwe.

Ji ber ku hikumeta nû pêwîstiya xwe bi piştgiriya partiyên din heye, tê gotin ku pêkanîna reformên girîng dibe ku dirêj dewam bike.