Nûnerên partî, sazî, weqf û rêxistinên cuda yên Kurd ên ku li bajarê Den Haag ê Hollandayê hatin cem hev, li dijî dorpêç û êrîşên ku li ser Rojava didomin, biryara tevgera hevpar û çalakiya hevpar girtin.
Platforma helwest û çalakiya neteweyî ya hevpar ku 18 pêkhateyên cuda beşdarî bûn, ligel rewşa li Rojava didome, rewşa li Rojhilatê Kurdistanê jî nirxand û diyar kir ku ne tenê li Rojava, li Rojhilat, Bakur an jî Başûr, ew ê li dijî her cure êrîşên li ser nasnameya neteweyî ya Kurd, azadî û yên din, di nav çalakiya hevpar de helwesteke neteweyî ya hevpar nîşan bidin.
Beşdaran diyar kirin ku slogana "Gelê Kurd yek e" ku di dema êrîşên li ser Rojava de bû slogana bingehîn a Kurdên ku li çar aliyê cîhanê rabûn ser piyan, ji bo wan ferman e; tu sazî û tevgerên siyasî yên Kurd mafê wan tune ku ji derveyî vê fermanê bi awayekî cihêreng tevbigerin û divê her kes li gora vê fermanê tevbigere. Di dawiyê de beşdaran bang li sazî û dezgehên Kurd ên li Ewropa û welatên din ên cîhanê kir ku bi heman rengî platformên çalakiya hevpar ava bikin û li dijî êrîşên li ser gelê Kurd refleksa yekîtiya neteweyî nîşan bidin.
Di daxuyaniya hevpar a ku ji aliyê sazî, dezgeh û partiyên siyasî yên Kurdistanî ve hat dayîn de ev gotin hatin bikaranîn:
“Ji ber şert û mercên ku gelê Kurdistana Rojava tê de ye û neçariya sekinîna li hemberî şerê dagirkeriyê yê ku tê plankirin, bi armanca parastina hebûna dîrokî û nasnameya neteweyî, her wiha ji ber êrîşên leşkerî yên zêde û zextên giran ên li ser sivîlan û qadên jiyanê, hemû partiyên Kurd ên li Hollandayê bi hişmendiya berpirsiyariya neteweyî û welatparêziyê civîneke hevpar li dar xistin. Armanca civînê, bicihanîna erka parastina mafên gel û doza wî ya rewa ye.
Ev civîn di pêvajoyeke pir xeternak de pêk tê; ji ber ku êrîşên leşkerî yên ku her diçin zêde dibin, bombardûmanên birêxistinkirî, koçberkirina bi darê zorê û çalakiyên ku rasterast şert û mercên jiyanê dikin armanc, di rojevê de ne. Civîn bi awayekî eşkere armanc dike ku rê li ber şikandina vîna gelê Kurd û tinekirina destkeftiyên siyasî û civakî yên ku bi berdêlên mezin hatine bidestxistin, bigire.”
Partiyên Kurd ên li Hollandayê, bi ragihandina vê civînê ji gel re, girîngiya yekîtiya Kurd a li derveyî welat, xurtkirina xebata siyasî ya hevpar û aktîfkirina rola Kurdan a di asta Ewropayê de destnîşan dikin; ev yek li gorî mezinahiya berpirsiyarî û pirsgirêkên li ser milê her kesî tê teşekirin.
Di vê çarçoveyê de, bi beşdariya hemû partiyên Kurd ji bo meşandina xebat û çalakiyeke hevpar, bi yekdengî biryara avakirina komîteyekê hat girtin û ev erk hatin dayîn ji komîteyê re:
- Di helwest û nêrînên siyasî de lihevhatinê peyda kirin.
- Organîzekirina çalakî, xebatên berfireh û piştgiriyan.
- Aktîfkirina xebatên agahdarkirin û ragihandinê yên hevpar.
- Têkiliyê danîn bi saziyên fermî yên li Ewropayê, partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan û saziyên navneteweyî yên têkildar.
Bi armanca yekkirina gotara siyasî ya Kurd di asta Ewropayê de, zêdekirina xebatên dîplomasî û agahdarkirinê da ku sûcên dagirkeriyê û zextên rêxistinkirî yên li dijî gelê Kurd bi eşkeretî werin nîşandan, peydakirina piştgiriyê ji bo doz û mafên gelê Kurd di çarçoveya zagon û peymanên navneteweyî de û zêdekirina piştevaniya navneteweyî; partiyên Kurd ên li Hollandayê bang li hemû partî, hêz û saziyên Kurd ên li welatên Ewropayê kir ku civînên hevpar li dar bixin û ji bo meşandina xebat û çalakiyên hevpar komîteyan ava bikin.
Pêkhateyên ku civiyan destnîşan kirin ku ev qonax ji bo xebateke yekgirtî ya Kurdistanî ya li Ewropayê bingehê pêk tîne; wan anî ziman ku ev xebat dê bersivê bide pêvajoyeke xeternak, berpirsiyariya parastina hebûn û mafên dîrokî yên gelê Kurd nîşan bide û armanc dike ku daxwazên gel ên ji bo azadî, rûmet û jiyaneke ewle biparêze.
Partiyên Kurdistanî berxwedana gelê li Kurdistana Rojava silav kirin û rêz girtin, piştgiriya xwe ya tam ji bo malbatên şehîd, birîndar û koçberan anîn ziman û tekez kirin ku ew bawer in ev fedaîbûn dê heta dabînkirina dadwerî û mafan ronahiyê bide têkoşîna rewa.
Saziyên ku daxuyanî dane wisa ne:
- DEM-NED (Konseya Civakên Kurdistanî li Hollandayê)
- Partiya Sosyalîst a Kurdistanê
- Partiya Demokrat a Kurdistanê-Iraq
- Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran
- Partiya Maf û Azadiyan
- Partiya Azadiya Kurdistanê
- Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê
- Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye
- Partiya Welatparêzên Kurdistanê
- Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê-Îran
- Partiya Goran
- Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê
- Partiya Wekhevî û Yekîtiya Demokratîk a Kurdistanê- Sûriye
- Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê
- Partiya Yekîtî
- Partiya Azadiyê
- PJAK (Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê)
- Pêşverû