Li Helsînkiyê tecrîd hat şermezarkirin

Li paytexta Fînlandiyayê Helsînkiyê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin.

Kurdên li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê dijîn, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Komîsyona Ewropayê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Li vir daxuyanî hat xwendin û hate diyarkirin ku divê Yekîtiya Ewropayê û CPT, rolê xwe bilîzin da ku hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin.

Di çalakiyê de dirûşme hatin berzkirin û dewleta Tirk a dagirker hat şermezarkirin.