Li Helsînkiyê serhildana li Rojhilat û Îranê hat silavkirin
Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê serhildanên gel ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, hat silavkirin.
Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê serhildanên gel ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, hat silavkirin.
Gelek rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê ji bo piştevaniya bi serhildanên gel ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, çalakî li dar xistin. Girseya li ber îstasyona trenê hat ba hev û heta ber parlamentoyê meşiyan.
Di meşê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Ji darvekirina girtiyên siyasî re na” û “Hilweşe rejîma Îranê” hatin berzkirin. Li vir daxuyaniyek hevbeş hat xwendin û piştre çalakî bi dawî bû.