Li Helsînkiyê meşa dirêj hat lidarxistin
Bi boneya 23. Slavegera komploya navnetewî Kurdistanî û dostên wê li navenda Helsînkî 15 kîlometreyan meşiyan, wê sibe bi greva birçîbûnê roja reş were pêşwazîkirin.
Bi boneya 23. Slavegera komploya navnetewî Kurdistanî û dostên wê li navenda Helsînkî 15 kîlometreyan meşiyan, wê sibe bi greva birçîbûnê roja reş were pêşwazîkirin.
Kurdistaniyên li Fînlandiyayê dijîn, bi boneya 23. salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytext Helsînkî bi dostên xwe yên ji Fînlandiya û gelên din re meşeke dirêj li dar xistin.
Meşa ku ji navenda Helsînkî destpê kir, bi qasî 15 kîlometreyan heta ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DTKM) a li kolana Rastîla dom kir.
Di meşê de ji destpêkê heta dawiya meşê dirûşmeyên "Ji Abdullah Ocalan re azadî", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" û dirûşmeyên li dijî dagirkeriya Tirk hatin berzkirin. Meşa girseyê ji saet 11:00'an heta 16:30’an bi muzîk û sirûdên Kurdî dewam kir.
Bi boneya roja reş wê 13’ê Sibatê roja Yekşemê li DKTM’ê greva birçîbûnê bê lidarxistin.