Li Helsînkiyê ji bo piştevaniya bi serhildana li Rojhilat û Îranê çalakî hat lidarxistin
Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê serhildana gelan a li Rolhilatê Kurdistanê û Îranê, bi çalakiyekê hat silavkirin.
Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê serhildana gelan a li Rolhilatê Kurdistanê û Îranê, bi çalakiyekê hat silavkirin.
Kurdên Fînland û dostên wan ji bo piştevaniya bi serhildana gelan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê îro dîsan daketin kolanan. Bi pêşengiya rêxistinên PJAK, KJAR, KOMELE û NCDK’ê Kurd û dostên wan yên biyanî û Fînî, îro li li meydana berdêra spî a Helsînkî hatin ba hev.
Li vir daxuyanî li ser navên rêxistinan hatin dayîn. Berendama hilbijartinên parlamentoyê ji Koalîsyona çep Geşaw Bîbanî jî daxuyanî da; piştevaniya xwe ya bi jinên şoreşgerên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê diyar kir û berxwedêrên serhildanê silav kir. Di daxuyaniyê de zexta dewleta Îranê ya li ser çalakvanan, hat şermezarkirin. Çalakvanan ji qada Senaatintorî heta qada kamppî, dest bi meşê kirin û bê navber dirûşmeyên ji bo piştevaniya bi serhildana gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê û dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.