Li Heilbronnê stand û mitînga bi rojeva Rojava

Li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê bi armanca mezinkirina piştevaniya bi Rojava re û agahdarkirina raya giştî standa agahdarkirinê hate danîn, di saetên êvarê de jî mîtîngek hate li dar xistin.

Li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê bi armanca xwedîderketina li Rojava, li Kiliansplatzê standa agahdarkirinê hate vekirin. Piştî xebatên agahdarkirinê yên ku tevahiya rojê dom kirin, êvarê bi beşdariya bi dehan Kurdistanî û dostên wan mîtîngek hate li dar xistin.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Girseya ku qad dagirtibû, di mîtîngê de gelek caran sloganên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Rojhilat” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.

Di axaftinên ku di mîtîngê de hatin kirin de hate destnîşankirin ku metirsiya li ser Rojava hîn bi dawî nebûye. Bi taybetî hate gotin ku Kobanê hîn jî di bin dorpêçê de ye û rîsk her ku diçe zêdetir dibe. Axaftvanan diyar kirin ku daxuyaniyên di raya giştî de yên wekî “lihevhatin hate kirin” an jî “agirbest pêk hat” rastiyê nîşan nadin.

Di peyamên hatin dayîn de hate diyarkirin ku heta statuya Rojava bi fermî neyê naskirin dê têkoşîn berdewam bike û bang li gelan hate kirin ku piştevaniyê mezin bikin.