BI DÎMEN

Li Hannoverê ji bo azadiya Mehmet Çakas çalakî hate lidarxistin

Li Hannoverê bi sedan kes li dijî biryara dersînorkirina Mehmet Çakas a ji bo Tirkiyeyê meşiyan û xwestin ev biryar tavilê were rawestandin.

Li bajarê Hannover ê Elmanya bi dirûşmeya "Ji Mehmet Çakas re azadî! Sirgûnkirinê rawestînin!" meşek girseyî hate lidarxistin. Zêdetirî sed kes beşdarî meşa li Ernst-August-Platzê hate lidarxistin bûn. Çalakvanan bi berzkirina dirûşmeyan heta Goseriedeyê meşiyan.

 

Konfederasyona Civakên Kurd li Elmanyayê (KON-MED), Ciwanên Demokratîk (YUNA), ATIF, FED-DEM, MLPD, Tora Dijî Dersînorkirinê ya Hannoverê û gelek berdevkên rêxistinan xwestin Kurdên ku li Elmanyayê yên bi tawanbariya "endamtiya PKK’ê" hatine cezakirin û wê radestî Tirkiyeyê bêne kirin tavilê werin rawestandin.

MAREN KAMINSKI: QEDEXEYA LI SER PKK’Ê RAKIN

Endama Meclisa Federal Elmanya ya Partiya Çep Maren Kaminski ya ku piştgirî da çalakiyê got," PKK ji aştiyê re amade ye, divê Elmanya fikra xwe biguherîne. Divê tavilê qedexeya li ser PKK’ê bê rakirin. PKK di meha Gulanê de bi fermî xwe fesix kir. Damezrînerê wê Abdullah Ocalan ragihand ku hebûna Kurdan hatiye qebûlkirin. Lê di demeke ku li Kurdistanê li ser aştiyê nîqaş tê kirin de Elmanya rêxistinbûna xweser a Kurdan krîmînalîze dike. 

Marem Kaminski wiha domand: “Mehmet dengê me bibihîze. Em bi te re ne. Ji Mehmet re azadî!”

Maren Kaminski daxwaz kir ku Elmanya di pêvajoya aştiyê ya di navbera Tirkiye û Kurdistanê de roleke navbeynkariyê ya çalak bilîze û wiha domand: "Mehmet, em te dibihîzin. Em li gel te ne. Ji Maja re Azadî! Dawî li krîmînalîzekirinê bînin - hevgirtin çeka me ye!"

PARÊZER: DERSÎNORKIRINA MEHMET ÇAKAS LI DERVEYÎ QANÛNÊ YE

Li ser navê parêzerên Mehmet Çakas daxuyanî hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: 

“Mehmet Çakas çalakvanek e ku ji ber nasnameya xwe ya Kurd û çalakiyên xwe yên siyasî li Tirkiyeyê bi zextê re rû bi rû ye. Li Elmanyayê bi tawanbariya endamtiya PKK’ê hat darizandin û du sal û 10 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Niha li Girtîgeha Uelzenê tê girtin. Lê Tirkiye bi gefa cezayê muebbetê daxwaza vegerandina Çakas dike. 

Ofîsa Biyaniyan a Harburgê ya Elmanyayê di 7’ê Tîrmeha 2025’an de, dest bi pêvajoya dersînorkirinê kir. Ev biryar ne tenê bi 18 rêzan tê rewakirin, mafên mirovan û qanûna navneteweyî binpê dike. Li Tirkiyeyê dozên siyasî yên hatine destpêkirin bi xetereya êşkence û tecrîda giran re rû bi rû ne.

Her çiqas PKK’ê biryara fesixkirinê daye jî, li Tirkiyeyê zext û zordariya li ser Kurdan berdewam dike. Ji ber vê yekê, dersînorkirina Mehmet Çakas wê binpêkirina mafên mirovan be.

Li Dadgeha Destûrî ya Federal û Dadgeha Îdarî serlêdan hatine kirin û pêvajoya biryardanê hîn jî ne diyar e. Di vê pêvajoyê de piştgiriya gel û peyamên hevgirtinê pir girîng in."