Li Hannoverê îxanet û dagirkerî hat protestokirin
Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Şengalê û xiyaneta PDK’ê li Hannoverê hatin protestokirin.
Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Şengalê û xiyaneta PDK’ê li Hannoverê hatin protestokirin.
Li Haûptbahnhof a li bajarê Hannover ê Elmanyayê, li ser îxaneta PDK’ê ku artêşa Iraqê ket navenda Şengalê, çalakiyek hate lidarxistin.
Di çalakiya ku bi beşdariya TAJE û Mala Êzidiya Hannoverê de pêk hatî, gelek caran dirûşma "Bijî berxwedana gerîla" hate berzkirin.
Aktîvîstên TAJE’yê diyar kirin ku nirxên Şengalê yên ji aliyê gerîlayên PKK’ê ve hatine afirandin bi berdêla canê xwe wê biparêzin.