Li Hannoverê çalakiya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan

Ciwanên bi pêşengtiya TCŞ’ê li Hannoverê çalakî li dar xist, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ku li bajarê Hannover ê Elmanyayê hatin ba hev, mîtîng li dar xist.

Ciwanan, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd 24 sal in di Girtîgeha Îmraliyê de dîl tê ragirtin û du sal in ku tu agahî jê nayê girtin, wan tu tehemul nemaye û daxwaza azadiya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Ciwanan, mîtînga xwe bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” qedand.