Li Hambûrgê ji bo jinên girtî name
Jinan bi wesîleya 8'ê Adarê li Hambûrgê kart ji girtiyên jin re şandin û peyama "Hûn ne bi tenê ne, em li têkoşîna we xwedî derdikevin“ da.
Jinan bi wesîleya 8'ê Adarê li Hambûrgê kart ji girtiyên jin re şandin û peyama "Hûn ne bi tenê ne, em li têkoşîna we xwedî derdikevin“ da.
Jinên li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê dijîn, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji jinên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê re kart şandin.
Jinan li ser kartên ku jinên di girtîgehan de dîl hatine girtin, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li wan pîroz kir û ev tişt nivîsandin:
“Jinên hêja yên ku dem û mekan bê wate dikin. Dem li gorî çi diherike? Li gorî saetan, meh, sal? Em dem çawa dipîvin? Bi metreyan an tiştên ku di hundurê de cih digirin? Pîvana dem û mekanê me ne ev e. Dem encax em biafirînin, bi serbixin, zêde bikin dem diherike. Dem bi mezinahiya hêvî, dil û berxwedana me diyar dibe. Ji ber vê yekê, eger hûn li pişt hesin û dîwarên kevir bin jî em dixwazin xwe bigihînin we. Em dixwazin ragihînin ku hûn ne bi tenê ne, hûn pir in, ku hûn ji hêla her kesî ve têne hezkirin û bêrîkirin. Em dixwazin hûn bizanîn ku em li keda we xwedî derdikevin.“
Li rûyê qertê ev gotin bala mirov dikişînin: ''Bi min bê exlaqî ye ku mirov hewl bide reng bide jinê. Xwedabûn ew e ku mirov xwe bide zayin. Jina azad weke rojekê dihile. Jin divê xwedî şiyan, azad û xwedî biryar bin. Jin hebûneke hêja ye. Ji ber vê jî gotinên jin û jiyan hêja ne.''
Hûn di Roja Jinên Kedkar a Cîhanê û her roja ku em sonda têkoşînê dixwin de hene. Em we hemûyan bi hezkirina azadî û heqîqetê hembêz dikin.”
Kartên ku jinan nivîsandin ji aliyê pêkhateyên Meclîsa Jinê ya Rojbîn a Hambûrgê ve hatin şandin.