Li Hambûrgê ji bo dawî li rejîma Erdogan bînin, dengê xwe dan

Li bajarê Hambûrgê ji bo hilbijartina serokkomariyê ya li Tirkiyeyê, di roja yekem de kar û xebatên dengdayînê dest pê kirin. Kurdan û alîgirên demokrasiyê yên Tirkiyeyî ji bo hilweşandina dîktatoriyê dengê xwe dan.

Li Ewropayê ji bo tûra duyemîn, wê 20-24’ê Gulanê deng bên dayîn. Roja yekem li Hambûrgê li ber balyozxaneya Tirk gel di rêzê de ye. Piraniya hilbijêran ji bo dawî li rejîma Erdogan bînin, dengê xwe dan.

Ji Hevserokatiya KCDK-E’yê Yuksel Koç ku ew jî çû ser sindoqan, diyar kir ku hilbijartinek dîrokî ye û destnîşan kir ku ev hilbijartin têkoşîna zilmkar û mazlûm e.

Koç anî ziman ku divê ew derî bi derî bigerin û mirovan bibin ser sindoqan.

Serokê Komeleya Elewiyan a Neû-Mûnster û yek ji kedkarên xebatên Elewiyan a Bakurê Elmanyayê Erdogan Bîçîcî jî wiha got: “Divê her kes destê xwe dane ser wijdana xwe û ji bo pêşeroja zarokên xwe dengê xwe bide.”

Koçberê siyasî Îhsan Mereto ku di tevahiya xebatên hilbijartinê de li Kîel û derdora wê aktîf e, got ku derî bi derî digere û mirovan dihigihîne ser sindoqan.

Nivîskar Îrfan Cure ku li ser sindoqên li Hambûrgê dengê xwe da, qala girîngiya hilbijartinê kir.

Cure bang li hilbijêran kir ku li dijî vê faşîzmê dengê xwe bidin.

Endamê desteya rêveberiya Navenda Çanda Elewî ya Hambûrgê Huseyîn Kayatûran jî wiha got: “Eger em xwişk û biratiya gelan dixwazin, hîna tişt ne qediya ye.”

Rojnamevan Adil Yîgît ku li Hambûrgê rojnameya bi navê Postaya Ewropa derdixe, ev tişt got: “Em têbikoşin ku deriyê demokrasiyê vebikin. Ji bo vê jî teqez divê em dengê xwe bidin.”

Parlamenterê Partiya Çep a Hambûrgê Metîn Kaya jî anî ziman ku hilbijartinên 28’ê Gulanê hilbijartinek e ku wê pêşeroj û çarenûsa mirovan biguherîne.

Muşahîdê Çepên Kesk Îdrîs Savci jî bang li gelê Hambûrgê û derdora wê kir ku ji bo hilweşandina dîktatoriyê dengê xwe bidin.