Li Halle West û Bonnê pîrozbahiya vejînê

Cejina Vejînê li Halle West û Bonnê ji aliyê bi sedan kesan ve hat pîrozkirin.

Salvegera Vejînê li bajarên Bonn û Halle West ên Elmanyayê bi şahî hat pîrozkirin.

BONN

Li bajarê Bonn ê Elmanyayê, bi tevlêbûna bi sedan kesan pîrozbahî hat kirin. Hunermend Dîno, Nûarîn û Şerîf Omerî di şahiyê de stran gotin û şano hat nîşandan.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, bi derketina ser dikê ya stranbêjan ve dewam kir.

Li ser navê Dîe Lînkeê Ralph Schlager û Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut axivîn. Bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin. Hat diyarkirin pêvajoya heyî pêvajoya hebûn û nebûnê ye û hat destnîşankirin ku divê hemû gelê Kurdistanê û dostên wan rabin ser piyan.

Koma Hêviyê pêşandaneke şanoyî pêk anî. Ciwanan bêyî navber dirûşme berz kirin.

Pîrozbahiya ku saet di 13.00’ê de dest pê kir, saet di 19.00’an de bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

HALLE (WEST)

Li salona Ruyam a li bajarê Halle (West) ê Elmanyayê merasîmek hat lidarxistin. Gelek Kurdistaniyên ku ji Bîefeld, Herford, Gutersloh, Detmoldê hatin tev li merasîmê bûn.

Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir; Hunermend Hozan Xemdar, Harîman Qasim, Zerîfe Zêrîn û Hozan Axîn stran gotin û govend hat gerandin.

Hevseroka NCKD’ê Ayşe Çelîk û siyasetmedar Ferhat Ceger axivîn. Mamoste Loqman jî helbestek xwend.

Pîrozbahî piştî temaşekirina li sînevîzyonê, bi tilîlî û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.