Bîranîn ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre siyasetmedar Cuma Tak axaftinek kir. Tak silav li gelê Kurd û dostên wan ên ku li Ewropayê rabûne ser piyan kir û bal kişand ser hêza têkoşîna azadiyê ya gelan. Tak got, "Di vê sedsala ku em tê de ne, Tevgera Azadiya Kurdistanê ji dinyayê re îsbat kir ku ev gel di her kêliyê de û li her derê dê têkoşîna xwe bidomîne û di wê hêzê de ye ku mafên xwe bistîne."
Tak êrîşên li ser Rojava nirxand û wiha axivî: "Li Parîsê bi pêşengiya Tirkiye, Ewropa, Îsraîl û DYA'yê xwestin neteweya Kurd bi destê çeteyên cîhadî bidin serjêkirin, lê li zinarekî hişk qelibîn. Dê vê yekê di pêşerojê de li Rojhilat jî biceribînin. Lê belê em ê wek gelê xwe yê her çar parçeyan, bi artêş û rêxistinên xwe re di nava yekitî û bihevrebûnê de amade bin."
Tak her wiha destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya Kurd li ser zemîna Rojava bûye hêviya yekane ya gelên cîhanê û ji bo pêkanîna utopyaya demokrasiya radîkal peyameke xurt a piştgiriya enternasyonalîst da.
Di çarçoveya çalakiyê de, sînevîzyona bi navê "Nemirên Kurdistanê" ya ku ji aliyê organîzasyonê ve hatibû amadekirin, hat nîşandan.