BI DÎMEN

Li Grazê rêza ji mirovan: Rojava ne bi tenê ye

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Graz ê Awistiralyayê, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û polîtîkayên qirkirinê, çalakiya rêza ji mirovan a girseyî lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Graz ê Awistiralyayê ji bo protestokirina êrîşên li ser gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê û polîtîkayên qirkirinê, rêza ji mirovan a girseyî çêkirin. Çalakî ji aliyê Demkurd Graz û Defend Rojava ve li Herrengasseyê hate lidarxistin.

Girseyê alên YPG û YPJ’ê hildan û pankartên bi nivîsên “Defend Rojava”, “Rojava ne bi tenê ye” û “Bila êrîşên li ser Kurdan werin rawestandin” vekirin.

Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşankirin ku tişên li Rojava tên jiyankirin sûcê mirovahiyê ye û divê Yekîtiya Ewropayê û raya giştî ya navneteweyî bêdeng nemîne.

Her wiha hat ragihandin ku sibê di saet 14:00’an de li Hauptplatzê çalakî were lidarxistin.