BI DÎMEN

Li Grazê mitînga ‘Rojava biparêze’ hat lidarxistin

Li bajarê Graz ê Awistiralyayê, ji bo balê bikşînin ser êrîşên li ser Rojava mitîngek hate lidarxistin. Di mitîngê de banga naskirina statuyê û piştgirîkirina berxwedanê hat kirin.

Li bajarê Graz ê Awistiralyayê, li dijî êrîşên li ser Rojava mitîngek hate lidarxistin. Çalakî tevî barana zêde jî pêk hat. Di çalakiyê de berxwedana Rojava hat silavkirin û banga, “Rojava biparêze, statuyê nas bikin” hat kirin.

Di mitîngê de alên YPG, YPJ û Kurdistanê hatin hildan. Girseyê timî dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Rojava”, “Terorîst Colanî”, “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin.

Di çalakiyê de ji aliyê aktivîstan ve danezanek hate xwendin. Di danezanê de îşaret bi girîngiya parastina Rojava ji bo mirovahî û pêşerojê hat kirin. Her wiha hate destnîşankirin ku serketina li Rojava wê bi têkoşînê pêkan bibe.

Di danezan û axaftinan de geşedanên dawî hatin ragihandin. Hate diyarkirin ku divê statu û destkeftiyên Rojava werin parastin û peyama berdewamkirina çalakiyan bi vê armancê hate dayîn.

Mitîng bi ragihandina çalakiya “zincîra ji mirovan” ku wê roja Înê were lidarxistin, bi dawî bû.