Li gireva Zelanda meşa du rojan dest pê kir

Kurdistaniyên li Gireva Zeland a Danîmarkayê dijîn, bi armanca şermezarkirina 23‘emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşa du rojan dan destpêkirin.

Kurdistaniyên li Gireva Zeland a Danîmarkayê dijîn, bi boneya 23’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bajarê Herlevê heta Kopenhagê dest bi meşek dirêj kirin. Meşa dirêj di saet 11.00‘an de li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Çalakgerên ji bo azadiya Abdullah Ocalan êlek li xwe kiribûn 16 kîlometre meşiyan. Meşvan gava ku li ber Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê (YE) derbas dibûn, li vir rawestiyan û polîtîkayên YE‘yê yên li ser Kurdan şermezar kirin.

Di meşê de stranên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî di meşê hatin qîrîn. Di çalakiyê de dirûşmên “Ji Abdullah Ocalan re azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe‘ û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

Di meşê de ji destpêkê heta dawiya meşê belavokên ku Abdullah Ocalan kî ye hatin belavkirin û hin beşên pirtûkên wî yên bi zimanê Danîmarkî hatin xwendin.

Çalakiya îro piştî daxuyaniya şermezarkirina komployê li qada Kurtrov di saet 16.00’an de hate xwendin bi dawî bû.

Meşa 13’ê Sibatê roja Yekşemê wê ji îstasyona Svanemøllen dest pê bike. Di 15’ê Sibatê de bi pêşengiya tevgera jinan wê li ber Şaredariya Kopenhagê çalakiya rûniştinê ya rojekê bê lidarxistin.