BI DÎMEN

Li Giessen û Mannheimê Protesto: Parastina Rojava erka her kesî ye

Li bajarên Giessen û Mannheimê yên Elmanyayê, gelek Kurdistanî û dostên wan êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku heta li Rojava statuyeke siyasî pêk neyê, divê berxwedan bidome.

GIESSEN

Li bajarê Giessenê yê Elmanyayê, hejmareke zêde ya Kurdistanî û dostên wan li hev civiyan û êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên li ser Rojava û piştgirê wan dewleta Tirk şermezar kirin.

Di axaftinên ku hatin kirin de wisa hate gotin:

“Em ê her tim li rex gelê xwe yê li Rojava bin. Parastina Rojava erka her kesî ye, ji ber ku Rojava dilê me ye. Em êdî nabêjin ‘çar parçe’. Gel li qadan ev yek bi zelalî anî ziman: Gelê Kurd yek e, Kurdistan yek e. Em ê bi vê hişmendiya neteweyî pêşeroja xwe ava bikin.”

Di çalakiyê de her wiha êrîşên li Tirkiyeyê yên li dijî xwepêşandanên piştgiriya Rojava, binçavkirin û girtin jî hatin protestokirin.

MANNHEIM

Li bajarê Mannheimê, bi banga FCDK-KAWA, YJK-E, TCŞ û TEKO-JIN’ê, bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li Neu Messe Platzê hatin bal hev. Ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava meş û mîtîngek hat lidarxistin.

Çalakgerên ku li kolanên herî qelebalix yên navenda bajarê Mannheimê meşiyan, bi deqeyan dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Jin, Jiyan, Azadî” û bi Elmanî “Rojava biparêze” berz kirin. Piştî meşa girseyî, girse li Schloss Uni Platzê kom bû û li wir mîtîngek pêk anî.

Di mîtîngê de siyasetmedar Faysal Sarıyıldız axivî û diyar kir ku biryara berxwedanê ya pêşengên Şoreşa Rojava, li gel xwedîderketina gelê Kurd û dostên wan a li qadên Ewropayê, komploya ku li ser gelê Kurd dihat meşandin pûç kiriye. Sarıyıldız destnîşan kir ku heta li Rojava statuyeke siyasî bi dest bikeve divê berxwedan bidome û axaftina xwe bi dirûşma “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî kir.

Hevseroka FCDK-KAWA Kerime Botan jî anî ziman ku armanca sereke ya vê pêvajoyê rûxandina paradîgmaya jin-parêz e û diyar kir ku gelê Kurd bi pêşengiya jin û ciwanan dê li her derê berxwedanê bilind bike.

Nûnerê herêmî yê Die Linke jî bal kişand ser krîza mirovî ya li Rojava û destnîşan kir ku têkoşîna hevpar a gelan dê serkeftinê bîne.