Li gelek bajarên Elmanya li dijî komployê çalakiyên protestoyî hebûn

'Roja Reş' li bajarên Elmanyayê hat protestokirin. Hevserokê KON-MED'ê li Dusseldorfê axivî; “Tu hêz nikare gelê Kurd û dostên wan ji Rêber Apo qut bike. Pêwîste hêzên navneteweyî dengê azadiya gelê Kurd bibihîzin û dawî li tecrîdê bînin.”

Li bajarên Dusseldorf, Stûttgart, Hannover û Aûrîch ên Elmanyayê li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

DUSSELDORF

Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li Dusseldorfê bi nobeta girseyî hat protestokirin.

Kurdistaniyên li Nordrheîn-Westfalen û dostên wan tevlî çalakiya ku bi pêşengiya FED-MED û YJK-E NRW hat lidarxistin bûn.

Girseya ku danê sibê saet di 11:00’an de dest bi çalakiyê kir, nobeta xwe heta saet 16:00’an berdewam kir.

Di çalakiyê de qefesek wek sembola hucreya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate çêkirin. Kurdistaniyên ku piştgirî dan çalakiya di hundirê qefesê de, rûniştin û pirtûkên Abdullah Ocalan ên bi Elmanî xwendin. Girseya gel li dora qefesê xelekek ava kir û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Es lebe Ocalan” berz kirin. Çalakî rastî eleqeyek mezin hat.

Hevseroka KON-MED'ê Zubeyde Zûmrût a ku tevlî çalakiyê bû axaftinek kir.

Hevserok Zumrût got: “Em hêzên komploger ên navneteweyî yên ku ev sîstem ava kirine, bi taybet dewleta Tirk a faşîst ku parêzvanê sîstema tecrîda Îmraliyê ye, di sala 23. a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, bi tundî şermezar dikin. Komplo bi berxwedana dîrokî ya Rêber Apo hat pûçkirin. Di çarçoveya pêngava “Dem dema Azadiyê ye” de êdî dema bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Gelê Kurd û dostên wan ên ku li dora Rêber Apo bûne yek, her ku diçe bi rêxistin dibe û her ku diçe zêdetir xwedî li Rêber Apo derdikeve. Ti hêz nikare gelê Kurd û dostên wan ji Rêber Apo qut bike. Aştiya Rojhilata Navîn û azadiya gelê Kurd bi hev ve girêdayî ye. Divê hemû hêzên navneteweyî, di serî de dewleta Elman, dengê azadiya gelê Kurd bibihîzin û dawî li pergala tecrîda li ser Rêber Apo hatî pêşxistin bînin."

Hevserokatiya Meclîsa Gel a Demokratîk a Wûppertalê jî di axaftina xwe ya bi Elmanî de komplo şermezar kir û got, “Êdî dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ti hêz nikare rê li ber paradîgmaya ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê bigire ku niha li hemû cîhanê belav dibe. Rêber Ocalan ne tenê Rêberê gelê Kurd e, Rêberê hemû gelên ji bo jiyana azad têdikoşin e."

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê li kolana qelebalix a bajêr mîtîng û çalakiya kon hate lidarxistin.

Di çalakiya bi pêşengiya YJK-E’yê de li ser Komploya 15’ê Sibatê û tecrîda li Îmraliyê standa agahdarkirinê hate danîn û li dijî qedexeya PKK’ê îmze hatin komkirin.

Qada çalakiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên TJK-E hate xemilandin.

Di mîtîngê de kartên ku gotinên Rêberê Gelê Kurd li ser hatibûn nivîsandin bal kişandin.

Di çalakiyê de li ser tecrîda li Îmraliyê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan axaftin hatin kirin. Hat destnîşankirin ku pûçkirina tevahî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ancax bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e. Bang li saziyên navneteweyî hat kirin ku bi erka xwe rabin û banga rakirina êşkenceyê hate kirin. Careke din biryardariya berdewamkirina têkoşînê li qadan ya heta azadiya fîzîkî hate ziman.

Di çarçoveya kampanyaya ku ji bo rakirina qedexeya PKK'ê hatiye destpêkirin de gelek îmze hatin komkirin.

Di çalakiyê de belavok û broşurên ji parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn amadekirin hatin belavkirin.

AÛRÎCH

Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê û Meclîsa Jinê ya Şehîd Zelal, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê meşek hat lidarxistin.

Bi dehan Kurdistanî tevlî meşa ku saet di 16:30’an de li Marktplatz a Aûrîch destpê kir; Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek dirûşme hatin berzkirin.

HANOVER

Tevgera Jinên Kurd li Hannoverê bi çalakiya nobetê komploya navneteweyî protesto kir.

Di kona çalakiyê de spotên ku ji gotinên Abdullah Ocalan pêk dihat hatin daliqandin û hat ragihandin ku ev fikir formula jiyana hevpar a aştiyane û demokratîk a civakan e.

KÎEL

Li bajarê Kîel ê Elmanyayê, ji bo şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê û ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya qedexeyan, ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Kîelê ve çalakiya konê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina PKK’ê ji lîsteya qedexeyan belavok hatin belavkirin.

Çalakiya konê bi axaftinên Elmanî yên dem bi dem dihatin pêşkêşkirin du saetan berdewam kir.