Li Freîbûrgê standa îmzeyan hat danîn
Di çarçoveya kampanyaya li dijî qedexeya PKK’ê hatî destpêkirin de bi dehan îzme hatin komkirin.
Di çarçoveya kampanyaya li dijî qedexeya PKK’ê hatî destpêkirin de bi dehan îzme hatin komkirin.
Li Freîbûrgê îro di çarçoveya kampanyaya ku bi armanca derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê de standa îmzeyan hat danîn.
Li standa îmzeyan a li navenda bajarê Freîbûrgê bi organîzasyona Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û TJK-E hate vekirin, bi dehan îmze hatin komkirin.
Çalakgerên ku li bajarê Freîbûrgê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin gotin, “Ev qedexe li dijî hiqûqê ye, biryareke bi temamî li ser esasê berjewendiyên dewleta Tirk hatiye girtin e. Bi vê biryarê re hatiye armanckirin ku gelê Kurd ê li Elmanyayê dijîn krîmînalîze bikin. Weke gelê Kurd û dostên wan em ê li dijî van polîtîkayên neheq xebatên xwe bidomînin.”