Li Fransayê hilbijartinên şaredariyê

Li Fransayê ji bo hilbijartinên şaredariyê yên tûra duyemîn, bang li 26 milyon hilbijêran hate kirin ku biçin ser sindoqan.

Dengdan yek hefte piştî tûra destpêkê pêk hat. Li seranserî welêt tenê di 1.526 şaredariyan de tûra duyem pêk hat, ev hejmar bi giştî dikeve ji sedî 4,4 şaredariyan. Li nêzî 33 hezar şaredariyan encamên di tûra ewilî de teqez bûne û şaredar hatibûn hilbijartin.

Dengdan li piranî cihan heya saet 18.00’an didome, li bajarên mezin sindoq wê heya saet 19.00’an yan jî 20.00’an vekirî bimînin.

YEK JI HILBIJARTINÊN HERÎ NEDIYAR ÊN SALÊN DAWÎ

Têkoşînên herî krîtîk ên hilbijartinê li bajarên mezin ên mîna Parîs, Lyon, Marsîlya, Bordeaux û Lille’yê çêdibin. Ev hilbijartin li Fransayê weke yek ji hilbijartinên xwecihî yên herî nediyar ên salên dawî tê nirxandin.