BI DÎMEN

Li Fransa û Awusturyayê ‘Berxwedana 14’ê Tîrmehê’ hate bibîranîn

Li bajarên Marsilya û Villiers-le-Bel yên Fransayê û li bajarê Linzê ya Awusturyayê, Berxwedana Zindana Amedê ya 14’ê Tîrmeha 1982’yan ku sembola têkoşîna azadiya Kurdan e, di 43’yemîn salvegera xwe de hate bibîranîn.

Li Marsilyayê, çalakiya bîranînê ya bi armanca ji bo silavkirina sekna fedaî ya pêşengên PKK’ê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek û ji bo zindî girtina ruhê berxwedana gelê Kurd hate lidarxistin. Bernameya ku bi rêzgirtinê destpê kir, bi nîşandana sînevîzyonê û axaftinan dewam kir. Her wiha li ser girîngiya Berxwedana 14’ê Tîrmehê û paradîgmaya aşitî û azadiyê ya Rêber Apo axaftin hate kirin. Peyama KCK’ê jî hate xwendin û hate diyar kirin ku bi berxwedanê pêşeroja azadiya gelê Kurd dê were saz kirin.

VILLIERS-LE-BEL

Bîranîna li herêma Villiers-le-Bel a Parîsê jî bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdan destpê kir. Piştî nîşandana sînevîzyona ku behsa şehîdên 14’ê Tîrmehê dihat kirin, malbatên şehîdan û nûnerên meclîsên herêmê axivîn. Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

Di her du bernameyan de jî dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Bi van bernameyan, carek din ji bo azadiyê berdevamkirina berxwedanê hat teqez kirin.

LİNZ

Li bajarê Linz a Awusturyayê jî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve ji bo salvegera 14’ê Tîrmeha 1982’an a Berxwedana Zindana Amedê bi bernameyekê hat bibîranîn. Bername bi rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir. Piştre, sînevîzyonên ku behsa berxwedana rojiya mirinê û nirxandinên Rêber Apo yên derbarê pêvajoya aştiyê de dikirin, hatin nîşandan. Di çalakiyê de Serokê Meclîsê Mahir Gimgim axivî û behsa girîngiya berxwedana gelê Kurd û pêvajoya aştiyê kir. Bername bi axaftinên ji bo bîranîna şehîdan û bi dirûşman dawî bû.