Li Fransa, Portekîz û Spanyayê daristan dişewitin

Agirê ku ji ber germahiya zêde bi daristanên li Fransa, Portekîz û Spanyayê ketiye, belav dibe.

Li Fransayê di mehekê de du caran hewa zêde germ bû. 

Servîsên meteorolojiyê pêşbîniya wê yekê dikin ku wê germahiya hewayê bi ser 40 pileyan bikeve.

Li gor walîtiya herêma Bordeaux a li başûrê rojava, ji ber şewata bi du caran a daristanan, ji roja Sêşemiyê heta bi niha 2 hezar û 800 hektar darên qajan şewitîne. 

Tê diyarkirin ku vê pêla hewayê ya germ a duduyan bi qasê germahiya hewayê ya meha Tebaxê ya sala 2003’an kujende ye. Ji ber germahiya zêde ya sala 2003’yan, 19 hezar 500 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. 

Tê payîn ku germahiya zêde, li deverên din ên rojava û nava Ewropayê jî belav bibe. 

Roja Çarşemê, hema bibêje li tevahiya Spanyayê hişyarî hat kirin ku wê germahî pir zêde bibe. Germahî bi ser 45 pileyan ket. Germahiya fetisokî, bi taybetî li Endulus, Extremadûra ya li başûrê rojava û li Galîçyaya li bakurê rojava zêde bi bandor dibe. 

Roja Sêşemê, ji ber agirê bi daristana li devera Aveiro ya Portekîzê ket, kesek jiyana xwe ji dest da. Agirkuj, ev çend roj in bi vemirandina agirê bi daristanan dikeve re mijûl in. 

Li navenda welêt, agirê ji roja Pêncşemê ve bi daristanan ketiye hêj jî venemiriye. Ji ber hewaya germ û ba, agir daristanan dide ber xwe.