Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, bi boneya 23‘yemîn salvegera dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku gelê Kurd weke "roja reş" pêşwazî kir, standa agahdarkirinê hat vekirin. Di çalakiya standê de belavokên têkildarî tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û belavokên polîtîkayên tecrîdê yên dewleta Tirk vedibêjin hatin belavkirin. Di standa ku tê de pirtûk û broşurên jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hebûn 3 saetan dom kir.
Kurdistaniyên li Frankfûrt û Offenbach dijîn serdana standê kirin û îmze hatin komkirin.