Li Frankfûrt û Bremenê çalakî: Bila girtiyên nexweş serbest werin berdan
Li Frankfûrt û Bremenê ji bo girtiyên nexweş serbest werin berdan çalakî hate lidarxistin.
Li Frankfûrt û Bremenê ji bo girtiyên nexweş serbest werin berdan çalakî hate lidarxistin.
Li bajarê Frankfûrt û Bremenê yê Elmanya ji bo piştevaniya bi girtiyên nexweş ên di girtîgehên Tirkiyeyê de tên girtin de çalakî hate lidarxistin.
FRANKFÛRT
Jinan li Frankfûrtê ji bo girtiyên nexweş serbest werin berdan li Ni Una Menos Platzê çalakî li dar xist.
‘BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ SERBEST WERIN BERDAN‘
Çalakiya bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Amara ve hate lidarxistin gelek saziyên cuda ên jinan piştgirî kir. Di çalakiyê de jinan bang li saziyên navneteweyî kir û xwest Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş serbest werin berdan. Di çalakiyê de jinan bal kişand li ser îşkenceyên li girtîgehên Tirkiyeyê de û gotin: “Di nava mehekê de 7 girtiyan bi awayek guman jiyana xwe ji dest da û rewşa girtiyên nexweş her ku diçe giran dibe.“
‘DI ŞEXSÊ OCALAN DE TECRÎD LI SER JINAN TÊ MEŞANDIN‘
Di çalakiyê de jinan bal kişand li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha gotin: “Ji bo agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin di serî de jin û gelê Kurd bi fikrain. Nêzîkatiya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî tevahiya jinên Kurd e.“
Çalakî bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî“ û “Ji bo girtiyên nexweş azadî“ dawî bû.
BREMEN
Li ber avahiya Parlementoya Bremenê jî di saet 16.00’an de ji bo girtiyên nexweş serbest werin berdan çalakiyek hate lidarxitin. Di çalakiyê de banga xwedî li girtiyên nexweş derkevin hate kirin.,
Di çalakiyê de hate gotin ku tecrît parçeyek ji polîtîkaya faşîzmê ye.
Çalakî bi dirûşmeyên “Ji girtiyên nexweş re azadî“ dawî bû.