Li Freîbûrgê Aram Rênas û du hevalên xwe hatin bîranîn

Li Freîbûrgê gerîlayê HPG’ê Aram Rênas û du hevalên xwe yên di sala 2016’an de şehîd bûbûn, hatin bîranîn.

Li bajarê Freîbûrg yê Elmanyayê gerîlayê HPG’ê Aram û Rênas û du hevalên xwe ên di sala 2016’an de şehîd bûbûn, bi meresimekê hatin bîranîn. Malbata Aram Rênas, siyasetmedarê Kurd Faysal Sariyildiz, Komeleya KOMAW, TJA-E, endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Freîbûrgê û bi sedan Kurd tevlî bîranînê bûn. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre axaftin hatin kirin.

Axaftina destpêkê nûnerê KOMAW kir û got: “Ji dîrokê ve dewleta Tirk a dagirker li ser axa Kurdistanê komkujî pêk anîne. 40 sal e ciwanên Kurd li dijî van komkujiyan şer dikin. Hevalê Aram Rênas jî yek ji wan e. Em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîna wan derkevin.”

Nûnera TJK-E jî axivî û got: “Xwedî derketina li şehîdan peywîra me ya welatparêziyê ye.”

Siyasetmedar Faysel Sariyildiz axivî û anî ziman ku di têkoşîna 40 salan de berdelên giran hatin dayîn. Sariyildiz diyar kir ku hemû şoreş bi berdêlan destkeftiyên mezin bi dest xistine û ev tişt got: “Aram Rênas jî berdelek ê têkoşîna me ye.”

Di meresimê de birayê Aram Rênas, Botan Elmas jî axivî û wiha got: “Temenê Aram biçûk bû, lê bi mejî û aqilê xwe mirovek mezin bû. Gelek kûr difikirî û biryarê mezin dida. Timî dixwast bi mirovên mezin re bixebite. Gelek ji sohbeta kalepîran hezdikir. Ji ber mirovekî wiha bû tevlî gerîlayan bû. Dema tevlî bû nameyek li pey xwe hiştî bû û di nameya xwe de wiha gotibû; ‘Min biryar da ku ez bibim şervanê Mûsa Anter’ Em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîna wî derkevin û şopdarê rêya wî bin.”

Piştre sînevziyona qala jiyana şehîd Aram Rênas dike hate temaşekirin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” dawî bû.