Ji aliyê Komuna Civaka Kurd a Exeterê ve li Salona Sînamayê ya Exeter Phoenixê bîranîneke girseyî hate lidarxistin. Bîranîn di şexsê şehîdên Şêxmeqsûdê Ziyad Heleb, Denîz Çiya û şehîd Ehmed Hêmin ku piştî banga seferberiyê tevlî berxwedanê bibû de, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Li salonê quncikek ji bo wêneyên şehîdên berxwedana Rojava hate amadekirin. Beşdaran qurnefîl danîn cihê bîranînê û mûm pêxistin.
Di çarçoveya çalakiyê de, belgefîlma Belkî Sibê ya li ser têkoşîna 18 mehan a Tabura Azadiyê ya Navneteweyî ya li Rojava, hate pêşandan. Piştre sînevîzyona li ser jiyan û berxwedana şehîdên Rojava hate pêşandan.
Girseyê piştî pêşandana fîlm û sînevîzyonê dirûşmeyên, “Şehîd Namirin” û “Bijî Berxwedana Rojava” berzkirin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku berxwedana Rojava parçeyek ji têkoşîna azadî, demokrasî û rûmetê ya Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Di axaftinan de wiha hate gotin, “Şehîdên Rojava rêya pêşeroj û jiyaneke bi rûmet in. Şehîdên me di şexsê şehîd Ziyad Heleb de, li dijî terorîstên cîhadîst, faşîstên nîjadperest û hovîtiyê bi biryardariyên xwe yên dîrokî bûn ronahiya îro û siberojên me.”
Bîranîn piştş axaftinan bi dirûşme û çepikan bi dawî bû.